NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER ÇALÊN KU DEDAŞ KOLAND Û NEHAT ÇÊKIRIN WELATÎ MEXDÛR DIBE

Li gelek kuçeyên Navçeya Kayapinarê çalên ku ji alîyê Şîrîketa Dîcle ya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) ve ji bo têlên ceyranê têxin binê erdê, cîhê kolandinê û peyarêyên xerabûyî nayên temîrkirin.

Li gorê nûçeya Rojnameya Tîgrîs, welatîyên li navçeya Kayapinara Amedê dijîn ji ber xebatên ku DEDAŞê ji bo têlên ceyranê bixin binê erdê da destpêkirin mexdûr dibin. Welatîyan anîn ziman ku di barîna barana herî hindik de kolan û peyarêyên ku tên kolandin di bin herîyê de dimînin û zehmetîyê dijîn. Mixtarê taxê Mehmet Tevfîk Barut jî wiha got: “Ji bo ku ev çal bên asfaltkirin û peyarê bên sererastkirin me serlêdan kir. Şaredarîyê got ku ‘em ê asfaltkirinê bikin’, lê hê ti xebat dest pê nekirîye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.