NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER RÊYÊN KU ŞAREDARÎ ÇÊKIRÎYE GEL MEXDÛR DIBIN

Gundîyên Çermûgê dîyar kirin ku ji ber rêyên ku Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê çekirîye mexdûr bûne û banga çareserîyeke lezgîn kirin.

JI BER RÊYÊN KU ŞAREDARÎ ÇÊKIRÎYE GEL MEXDÛR DIBIN

Gundîyên Çermûgê dîyar kirin ku ji ber rêyên ku Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê çekirîye mexdûr bûne û banga çareserîyeke lezgîn kirin.

Li gor agahî û dîmenên ku yek ji guhdarên Amed Radio TVyê Suleyman Sogukçeşme ragihand ku ji ber rêyên li gundên navçeya Çermûgê wek Guneşan Dîkyol, Pambuglu, Şehandede, Bayat, Gozel, Ceylan, Saltepe, Konakli, Dilekpinar, Agırmantaş, Çukurel ku nebaş hatine çêkirin mexdûr bûne.

Di dîmenên ku ji xeta Amed Radyo TV a ragihandinê re hat parvekirin de hat dîtin ku ekîbên şaredarîyê di rêya ku hatîye çêkirin de hin cîhan qiloç (asfalt) kirine û hinek dever jî wek axê mane.

Suleyman Sogukçeşme ji Radyoya Amedê re axivî û wiha got, “Em rayedarên ku ji alîyê Qeyûma Bajarê Mezin a Amedê ve hatine wezîfedarkirin vedixwînin vê xebatê.Hemû gundî li ser van rêyan gelek zehmetîyan dikişînin, em ji rayedaran çareserîyeke lezgîn daxwaz dikin."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.