NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BERSÛCÊN SÎTEYA GALERÎAYÊ RE JI HER YEKÎ RE 22 SAL CEZA TÊ XWESTIN

Di lêpirsîna Dîyar Galerîayê de ku di erdhêjan de li Amedê hilweşîyabû, û tê de 89 kesan jîyana xwe ji dest dabûn, derbarê 7 bersûcên ku 3 mutahîd ên tê xwestin jî di nav de, ji her yekî re 22 sal û 6 meh cezayê hepsê hat xwestin.

Mutahît Sedat Eser, Mehmet Şîrîn Yîgît, Şeyhmûs Yîgît, endezyarê înşaet û teknîkê Tevfîk Demîr û M.E, H.M.Y. û Î.H.Y. Lêpirsîna ku ji alîyê Buroya Lêkolîna Erdhejê ya ku di bin banê Serdozgerîya Komarê ya Amedê de hatibû avakirin temam bû.

Îdianameya ku ji alîyê Serdozgerîyê ve hat amadekirin, derbarê bersûcên ku bi îdiaya "Bi îhmalkarîya bi zanebûn bûye sedema mirin û birîndarkirina zêdeyê kesekî" ji 22 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê ji alîyê 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.