NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO CAN ATALAY JI AYM’Ê RE SERLÊDANA FERDÎ YA CARA DUYEMÎN

Ji bo Parlamenterê Hatayê yê Partîya Karkerên Tirk (TÎP) Can Atalay cara duyemîn serlêdana ferdî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat kirin.

Ji bo girtîyê Doza Gezîyê Can Atalay ê ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ji TÎP'ê weke Parlamenterê Hatayê hatibû hilbijartin, cara duyemîn serlêdana ferdî li AYM hat kirin

. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku bi ne cîhanîna biryara AYM cara duyemîn mafê parêzbendîyê hatîye binpêkirin û daxwaza berdana Atalay hat kirin.

Heyeta 3'yemîn a Dadgeha Bilind, tevê biryara binpêkirina mafan a AYM, Can Atalay serbest berneda. Dadgeha Bilind a ku biryara AYM bi cîh neanî, ragihand ku wê derbarê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn de serlêdana sûc bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.