NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DÎLOKÊ JI BER LEZA ZÊDE QEZA QEWIMÎ! 6 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Hat ragihandin ku li Dîlokê di qezaya ku 2 siware tevlêbûn de gelek mirî û birîndar hene.

LI DÎLOKÊ JI BER LEZA ZÊDE QEZA QEWIMÎ! 6 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Hat ragihandin ku li Dîlokê di qezaya ku 2 siware tevlêbûn de gelek mirî û birîndar hene.

Di qezaya ku li ser Rêbeja Dîlok-Semsûrê pêk hat de hat îdîakirin herdû siwareyên bi leza zêde diçûn li hev qelibîn.

Di qezayê de Taha Kaçar, Cahît Sat, Hatîce Sat, Kardelen Sat, Kadîr Sat û Mesût Taşdemîr ên di siwareyan de bûn bi giştî 6 kesan jîyana xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû. Tîmên tenduristîyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Piştî mudaxaleya ekîbên tenduristîyê yên ku sewqî cihê qezayê hatin kirin, birîndar rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyên kesên jîyana xwe ji dest dane jî piştê otopsîyê teslîmê malbatên wan hatin kirin.

Rêya bejayî ya ku ji ber qezayê ji trafîkê re hatibû girtin bi rakirina siwareyên qeza kirine, rê bi awayekî kontrolkirî ji trafîkê re hat vekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.