NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO ÇARESERÎYA PIRSGIRÊKA KURD SAZÎYÊN SIVÎL LI AMEDÊ CIVÎYAN

Li Amedê ji alîyê Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê ve ji bo "çareserîya pirsgirêka Kurd" bi tevlêbûna sazîyên sivîl ên Amed û bajarên herêmê civîn hat lidarxistin.

JI BO ÇARESERÎYA PIRSGIRÊKA KURD SAZÎYÊN SIVÎL LI AMEDÊ CIVÎYAN

Bi pêşengîya Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê, bi beşdarîya nûnerên Sazîyên Sivîl ên bajarên herêmê, "Civîna Civaka Sivîl ji bo Çareserîya Pirsgirêka Kurd" hat lidarxistin.

 

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan axaftina vekirinê ya civînê kir.

 

Turan, bal kişand ku pirsgirêkên herêmê bi ti awayê naqede û dîyar kir ku wek Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê ew ji bo pirsgirêkên bajêr û herêmê çi bê kirin û wê çareserîyê çawan pêş bixin hatine cem hev û civînê li dar xistine.

 

Turan da zanîn ku wê 26’ê Sibatê roja duşemê daxuyanîya dawî ya civînê eşkere bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.