NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO DANIŞÎNÊ BANGA EMÎNE ŞENYAŞAR: EDALET BI PIŞTEVANÎYÊ TÊ

Emîne Şenyaşar a ku ji bo danişîna ewil a doza sibê ya ku wê ji nû ve bê dîtin ku tê de 3 ferdên malbata wê hatine qetilkirin, banga tevlibûnê kir.

JI BO DANIŞÎNÊ BANGA EMÎNE ŞENYAŞAR: EDALET BI PIŞTEVANÎYÊ TÊ

Emîne Şenyaşar a ku ji bo danişîna ewil a doza sibê ya ku wê ji nû ve bê dîtin ku tê de 3 ferdên malbata wê hatine qetilkirin, banga tevlibûnê kir.

Çalakîya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’an de li ber derîyê Edlîyeya Rihayê daye destpêkirin berdewam dike. Piştê komkujîyê dosyaya “kargehê” hate xerakirin û bi biryarekê bi dosyaya “nexweşxaneyê” re kirin yek.

Danişîna ewil a dosyayê wê sibê bê lidarxistin.  Emîne Şenyaşar a 780 roj in têkoşîna xwe ya edaletê li ber Edlîyeya Rihayê didomîne, ji bo danişîna doza ku li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletîyê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.

Şenyaşar a bi gotina “bila êdî kurê min bê berdan bang kir” wiha got: “Heta ku kurê min neyê berdan ez ê ji ber derîyê edlîyeyê ranebim, ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Êdî em nikarin vê zilmê ragirin.

Êdî bes e.” Şenyaşar, bang li herkesê ku piştevanîya edalet û hiqûqê dikin kir û got: “Dixwazim herkes roja înê bi me re bin. Heke em xwedî li hev dernekevin, edalet nayê. Heta edalet neyê jî tu tişt di rê de naçe.”  || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.