NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO DERSÊN BIJARTE YÊN KURDÎ ROJA DAWÎ 12’Ê SIBATÊ YE

Serlêdana dersên bijarte yên Kurdî yên li dibistanên navîn wê di 12ê Sibatê de bi dawî bibe.

JI BO DERSÊN BIJARTE YÊN KURDÎ ROJA DAWÎ 12’Ê SIBATÊ YE

 

Serlêdana dersên bijarte yên Kurdî yên li dibistanên navîn wê di 12ê Sibatê de bi dawî bibe.

 

Serlêdana dersên Kurdî yên ku bi rêziknameya di sala 2012'an de li mufredata dersa hilbijartî hat zêdekirin, di 30'ê Çile de dest pê kiribû.

 

Li gor daxuyanîya Midûrîyeta Giştî ya Perwerdehîya Bingehîn a Wezareta Perwerdeya Neteweyî, heke 10 xwendekar heman dersê hilbijêrin dersa hilbijartî ya têkildar dikare bê dayîn.

 

Di rewşên ku 10 xwendekar dersê bibjêrin lê mamoste ne amade be, wê mamosteyek ji bo dersên zêde were destnîşankirin. Hat dîyarkirin ku dema dawî ya serlêdana xwendekarên ku dixwazin dersên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin ku di polên 5, 6, 7 û 8an de bên dayîn, 12ê Sibatê ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.