GÜNDEM

JI BO FÎNCANÎ CEZAYÊ HEPSÊ Û TEHLÎYE

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtîya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber sûcê 'propagandaya rêxistina terorê kirîye' 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Ji bo Fîncanci ya ku dihat darizandin biryara tehlîyeyê hat dayîn.Di rûniştina li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, piştê xweparastina dawî, dadgehê biryara xwe aşkera kir û ji ber sûcê "propagandaya rêxistina PKKyê kirîye" 2 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Fîncanci birî.

Heyeta dadgehê ji ber ku sûc bi rêya çapemenîyê hatîye kirin, biryara zêdekirina 3 sal û 3 mehan da û ji ber îhtîmala bandorên cezayê li ser bersûcan, 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Fincanci birî. Her wiha dema girtî ya Fîncanci hat hesap kirin û biryara serbest berdanê da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.