NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO KARMENDÊN CEMAWERÎYÊ YÊN LI HERÊMA ERDHÊJÊ WÊ MÛÇEYA ZÊDE BÊ DAYÎN

Ji ber erdhejên navenda wê Mereş, ji bo karmendên cemawerîyê yên ku li herêmê dixebitin wê tazmînat û mûçeya zêde bê dayîn.

JI BO KARMENDÊN CEMAWERÎYÊ YÊN LI HERÊMA ERDHÊJÊ WÊ MÛÇEYA ZÊDE BÊ DAYÎN

Ji ber erdhejên navenda wê Mereş, ji bo karmendên cemawerîyê yên ku li herêmê dixebitin wê tazmînat û mûçeya zêde bê dayîn.

Li gor qerara Serokomarîyê ya di Rojnameya Fermî da hat weşandin, ji personelên ku li navçeyên Baglar, Bismil, Çermik, Kayapinar, Sûr û Yenîşehîr û navçeyên din ên erdhejê yên Amedê bi awayekî aktîf dixebitin ji 2yê Sibatê û pê ve, 2 hezar û 59 lîre û 99 quruş tazmînat tê dayîn.

Ev mûçeya zêde wê 6 mehan bidom e. Ger di malekê de jin û mêr di heman demê de ji vê yekê sûd werbigre wê ji vê mûçeyê ji her yekî re qasê ji sedî 75 bê dayîn. Wê tezmînat di dawîya mehê de were dayîn, û wê ji xeynî baca mohrê wekê din tu bac jê neyê wergirtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.