NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO KOMKUJÎYA MADIMAKÊ BERNAMEYA BÎRANÎNÊ HAT LI DAR XISTIN

33 kesên ku di 2'ê Tîrmeha 1993'an de, li Otela Madimak a Sîvasê hatin qetilkirin, di 29'emîn salvegera xwe de hatin bibîranîn.

JI BO KOMKUJÎYA MADIMAKÊ BERNAMEYA BÎRANÎNÊ HAT LI DAR XISTIN

33 kesên ku di 2'ê Tîrmeha 1993'an de, li Otela Madimak a Sîvasê hatin qetilkirin, di 29'emîn salvegera xwe de hatin bibîranîn.

Bi hezaran kesên ku ji gelek deverên Tirkîyeyê çûn Sîvasê, li ber Şaxên Sîvasê yên Komeleya Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî û Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal a li navenda bajarê Sîvasê, hatin cem hev. Nûnerên gelek partîyên siyasî, komeleyên Elewî û sazîyên sivîl, bi taybetî malbatên kesên di Komkujîya Madimakê de jîyana xwe ji dest dane, beşdarê bîranînê bûn. Di bîranînê de dilxwaza Komeleya Pîr Sûltan Abdal Gamze Aktaş, dîyarkir ku dema mijar dibe Elewî, Kurd û Ermenîyan dadgeh kor û kerr dimînin. Piştê meşê, kesên di komkujîyê de xizmên xwe winda kirin, qerenfîl li ber otêlê hiştin. Di dema bîranînê de komeke mûxalîf, heqaretên nijadî li kesên beşdarê bîranînê bûn kirin.

Bîranîn, piştê sloganan bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.