GÜNDEM

JI BO KU KIRÊDAR BÊN DERXISTIN TIŞTÊN SOSRET DIKIN

Hin xwedîyên xanîyan ku dixwazin kirêdarên xwe ji malên xwe derbixin û wan bi bihayekî giran bidin kire, serî li rêbazên balkêş didin.

JI BO KU KIRÊDAR BÊN DERXISTIN TIŞTÊN SOSRET DIKIN

Hin xwedîyên xanîyan ku dixwazin kirêdarên xwe ji malên xwe derbixin û wan bi bihayekî giran bidin kire, serî li rêbazên balkêş didin.

Hat tespît kirin ku hinek xwedîyê xanîyan ji bo kirêdarên xwe bi hincetên mafdar ji xanî derbixin, hesabê xwe yên banqeyê betal dikin û dibêjin kirêdar kirêya vê mehê ya xanî nedan e. Kesê di xanî de di kirê de ye jî, haya wî jê tune ye ku kirê negihîştîye xwedîyê xanî. Ji ber vê yekê xwedîyê xanî dibêje te kirêya min nedaye û ji xanîyê min derkeve. Li gor nûçeya Hurrîyetê, ji ber ku hesabê banqeyê yê xwedîyê xanî hatîye girtin kirêdarê ku nikare kirêya xwe bide, yan jî nizane kirê nedaye, tevê ku kirê şandîye, bi hişyarîya xwedîyê xanî re rû bi rû dimîne û jê re tê gotin, "Te kirêya min neda, mal vala bike." Parêzerê Emlakê Ûmît Yasîn Kisa, dîyar kir ku ev çend meh in mînakên girtina hesaban pir zêde bûne; “Ger xwediyê xanî serî li dadgehê bide, dibe ku daxwazên xwedîyê xanî ji hêla dadgehê ve derbasdar neyên hesibandin. Lê di vir de ya girîng ew e ku kirêdar îspat bike ku dixwaze deynê kirê bide û ji bo vê jî gavên qanûnî biavêje.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.