NÛÇEYÊN KURDÎ

DI 2021'Ê DE DI DERBARA 48 HEZAR KES DE BI SÛCÊ ‘HEQARETA LI SEROKKOMARÊ’ LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN

Li Tirkîyeyê di sala 2021’an de bi sûcên “heqareta li Serokkomar” û “heqareta li hikûmetê” di derbara bi deh hezaran kesan de lêpirsîn hat vekirin.

Li gor daneyên Wezareta Edaletê, di sala 2021’ê de di derbara 48 hezar kesan de lêpirsîn hat vekirin. 12 hezar û 670 kes derxistin pêşberê dadger. Hat dîyarkirin ku 134 ji van kesan, temenê wan di navbera 12-15 û 273 jî di navbera 15-18 salî de ne. Hat ragihandin ku di nav kesên tên darizandin de, hejmara welatîyên biyanî 224 e. Piştê dozê di sala 2021’ê de 4 hezar û 582 kes, bi sûcê "sûcên li dijî nîşaneyên serwerîya dewletê û rûmeta organên wê" hatin darizandin. Bi giştî ji 2 hezar û 369 dosyê jî biryara berdanê hat dayîn. Piştê darizandinên ku di çarçoveya xalên 299-301 ên TCK'ê de hatin kirin, dadgehan biryara taloqkirina 4 hezar û 465 dozan da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.