NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO LEYLA GUVEN DAXWAZA CEZAYA HEPSÊ YA 43 SALAN!

Hevseroka Kongreya Civakî ya Demokratîk (DTK) Leyla Guven di daneşîna doza ku bi sûca ‘progagandaya rêxistinê kirîye’ li Dadgeha Cezayê ya Giran a 9’em de hate kirin

JI BO LEYLA GUVEN DAXWAZA CEZAYA HEPSÊ YA 43 SALAN!

Hevseroka Kongreya Civakî ya Demokratîk (DTK) Leyla Guven di daneşîna doza ku bi sûca ‘progagandaya rêxistinê kirîye’ li Dadgeha Cezayê ya Giran a 9’em de hate kirin

Daneşînê de meqama îddîayê mutalaayê pêşkêşî dadgehê kir û daxwaza biryara 4 caran cezayê ku ji ber Guven 4 daxuyanîyên xwe li ser medyaya civakî belav kirîye û ew jî di çarçoveya propagandaya rêxistinê de sûc tê qebûlkirin, hat kirin. Meqama îdîayê ji ber sûc bi rêya medyayê hatîye kirin daxwaza zêdekirina hikuman kir, daxwaza cezaya hepsê ya 43 sal û mehek û 15 rojan kir. Li ser mutalaaya dozgerê mafê axaftinê Leyla Guven girt û Guven got: “Parastina min a bi zimanê Kurdî xelet hatîye wergerandin. Derbarê vê mijarê de daxwaza keseke/î zane dikim.” Her wiha Guven dîyar kir ku wê parastina xwe di celseyekî de bike. Parêzerê Leyla Guven Serdar Çelebî jî ji bo parastina ku li hemberî mutalaayê bikin daxwaza demê ji dadgehê kir. Şandeya Dadgehê taleba Guven a derbarê wergerê de keseke/î zane dixwaze erê nekir û daneşînê taloqî 17’ê cotmehê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.