NÛÇEYÊN KURDÎ

RAPORA AVAHÎYA SERÎN: BETONA GUNCAV BI KAR NEANÎNE

Hat dîyarkirin ku Avahîya Serîn-2 ya li Amedê ku di erdhêjê de hilweşîya bû, ji projeyê cudatir hatîye çêkirin û rayedaran bêyî ku destûrê bidin ji rûniştinê re vekirin.

RAPORA AVAHÎYA SERÎN: BETONA GUNCAV BI KAR NEANÎNE

 

Derbarê 4 berpirsyarê firarî yên avahîya Serîn-2 ya 11 qatî ya ku li Amedê di erdhêja ewil a Mereşê de hilweşîya û 77 kes jîyana xwe ji dest da û 29 kes birîndar bû de her yek ji wan bi sûcê 'ji îhmalkirina zêdeyê kesekê mirin û birîndar bûn' re bi daxwaza 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin.

Di rapora pisporê ya ku di îdîanameyê da cîh girt, hat dîyarkirin ku ketina avahîyê ji projeyê cudatir hatîye çêkirin, betona minasib nehatîye bikaranîn, bêyî erêkirina projeya statîk destûr hatîye dayîn ku înşeat dewam bike û ji bo niştecîhbûnê hatîye vekirin û şaredarîya eleqedar û eger hebin berpirsên sazîyên din jî, wek berpirs hatîye dîtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.