NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PASÛRÊ JI BO ASTENGDARAN DAXWAZA SINDOQA SEYAR HAT REDKIRIN

Hat dîyarkirin ku li navçeya Pasûrê ji ber pirsgirêkên tenduristîyê daxwazên 3 welatîyan ên sindoqên gerok hatine redkirin.

LI PASÛRÊ JI BO ASTENGDARAN DAXWAZA SINDOQA SEYAR HAT REDKIRIN

Hat dîyarkirin ku li navçeya Pasûrê ji ber pirsgirêkên tenduristîyê daxwazên 3 welatîyan ên sindoqên gerok hatine redkirin.

Berîya hilbijartinên 14’ê Gulanê li navçeya Pasûrê ya Amedê, 3 welatîyan ji ber astengîyên tenduristîyê daxwaza sindoqên gerok kirin. Hat hînbûn ku daxwaza 2 welatîyan bi hinceta "Rapora tenduristîyê nedane" ji alîyê lijneya hilbijartinê ya navçeyê ve hatîye redkirin.

Hakine Akdenîz a li taxa Turgut Ozalê dijî, digel ku rapora wê ya astengdarîyê ya ji sedî 89 jî heye hatîye redkirin. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê, ragihand ku her çend rapora wan a ji sedî 89 astengdar e hebe jî bi hinceta ku di raporê de nehatîye dîyar kirin "Ketandîye" daxwaza Akdenîz hatîye red kirin.

Di rapora tenduristîyê ya ji alîyê Akdenîz ve li gel forma daxwaza sindoqê ya mobîl hat dayîn de, hat dîyarkirin ku nexweşîyên wî yên dîtin, dil, bihîstin û kronîk hene û rêjeya astengdarîya wî ji sedî 89 e. Mehmet Alî Akdenîz, anî ziman ku di 28'ê Adarê de ji bo dayika xwe sindoqeke gerok xwestîye û got, “Di roja hilbijartinê de em hîn bûn ku ev daxwaz hatîye redkirin.

Me dîya min di bin şert û mercên zehmet de birin ser sindoqê. Dema ez çûm Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ji bo ku bizanim çima daxwaza me ya sindoqê ya gerok hatîye redkirin, min gotin ku divê di raporê de ‘Nexweşa ketandîye ya nav nivînan e” bê nivîsandin.

Di hinceta betalkirinê de hat nivîsandin ku ev yek di qanûnê de ye û divê bi formê re bê dayîn. Di heyama serlêdana me de çima yek ji wan zehmet nake û çi pêwîst e ji me re nabêjin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.