NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO PERWERDEHÎYA TAYBET PIŞTGIRÎYA MALZEMEYÊN WERZÎŞÊ

Wezareta Ciwanî û Werzîşê, di çarçoveya projeya bi navê "Hezkirina Werzîşê Astengîyê Nizane" ya ji bo xwendekarên perwerdehîya taybet, li 8 dibistanên perwerdehîya taybet ên Amedê, malzemeyên werzîşê belav kirin.

JI BO PERWERDEHÎYA TAYBET PIŞTGIRÎYA MALZEMEYÊN WERZÎŞÊ

Wezareta Ciwanî û Werzîşê, di çarçoveya projeya bi navê "Hezkirina Werzîşê Astengîyê Nizane" ya ji bo xwendekarên perwerdehîya taybet, li 8 dibistanên perwerdehîya taybet ên Amedê, malzemeyên werzîşê belav kirin. Walî Alî Îhsan Sû, di merasîma ku ji alîyê Midûrîyeta Ciwanî û Werzîşê ya Parêzgehê ve li Kompleksa Werzîşê ya Kayapinarê hat lidarxistin de axivî. Walî Su, anî ziman ku ew kêfxweş in ku li Amedê dest bi xizmeteke pir taybet û xweş dikin. Midûrê Parêzgeha Ciwanî û Werzîşê Nûammer Uslu, dîyarkir ku yek ji wezîfeyên sereke yên Wezareta Ciwanî û Werzîşê ew e ku werzişê bigihîne hemû beşên civakê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.