NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO ŞAREDARÊ BERÊ YÊ AMEDÊ FERÎDÛN ÇELÎK 15 SAL CEZA TÊ XWESTIN

Ji Dosyaya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) ji bo Şaredarê berê yê Amedê Ferîdûn Çelîk, ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Parêzerê Çelîk ji dadgehê dem daxwaz kir, dadgehê daxwaz qebûl kir, danişîn taloqî 26’ê Gulanê hat kirin. Parêzer Ferîdûn Çelîk ê ku di sala 1999'an de ji HADEPê ya ku hatibû girtin bûbû Serokê Şaredarîya Bajarê Amedê, bi îdiaya "endamtîya rêxistina terorê" di navbera 7 sal û 6 meh û 15 salan de cezayê girtîgehê tê xwestin. Rûniştina dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.

Di danişîna ku Çelîk tevlê nebû de, parêzerê wî Devrîm Bariş Baran amade bû. Dozgerê Komarê nêrîna xwe ya ku bi daxwaza cezakirinê amade kiribû pêşkêşê dadgehê kir. Parêzerê Çelîk, ji bo parastina li ser esasê îfadeya ku hatîye dayîn heta rûniştineke din dem xwest. Dadgehê daxwaza Baran a ji bo demê qebûl kir û danişîn taloqî 26'ê Gulanê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.