NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO TEZMÎNETA BETALÎYÊ DI 11 MEHAN DE 1.48 MÎLYON SERÎLÊDAN

Li gorê Bultena Statîstîkî ya Mehane ya Berfanbara 2023'an a ku ji hêla ÎŞKUR'ê ve hatîye weşandin, di 11 mehên sala 2023'an de milyonek û 483 hezar û 875 karker ji ber ku ji kar hatine avêtin, ji bo wergirtina tezmînata betalîyê serî li ÎŞKUR'ê dane.

Li gorê nûçeya Mustafa Çakir ji rojnameya Cumhurîyetê, ji van kesan ji ber şert û mercên giran ên di rêziknameya qanûnî ya têkildar de tenê 673 hezar û 360 kes dikaribûn tezmînatê bistînin.

Tenê di Mijdara 2023’an de 131 hezar û 244 karker ji kar hatin avêtin û 61 hezar û 991 karker jî karîbûn tezmînatê bistînin.

Ji alîyê din ve heta dawîya Berfanbara 2023an hejmara bêkarên li ÎŞKURê li gor Berfanbara 2022an bi kêmbûna ji sedî 20,7 bûye 2 milyon û 420 hezar û 451 kes. Ji wan milyonek û 222 hezar û 279 jin e, milyonek û 198 hezar û 172 jî mêr e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.