NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO XWENDEKARÊN MEXDÛRÊ ERDHÊJÊ KOMA ÇAVDÊRÎYÊ HAT AVAKIRIN

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, dîyar kir ku wan ji bo mexdûrên erdhejê "Koma çavdêrîya Xwendekarên Mexdûrê Erdhêjê" ava kirin.

JI BO XWENDEKARÊN MEXDÛRÊ ERDHÊJÊ KOMA ÇAVDÊRÎYÊ HAT AVAKIRIN

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, dîyar kir ku wan ji bo mexdûrên erdhejê "Koma çavdêrîya Xwendekarên Mexdûrê Erdhêjê" ava kirin. Wezîr Ozer di daxuyanîya xwe ya nivîskî de wiha got: "Ji bo berdewamîya perwerde û hîndekarîyê ya xwendekarên ku ji ber erdhêjê mexdûr bûne, pêwîst e ku pêdivîyê wan werin dabîn kirin. Di vê çarçoveyê de bi beşdarîya mamosteyên dildar ên ji alîyê Wezareta me ve hatine wezîfedarkirin, 'Koma Çavdêrîya Xwendekarên Erdhejê' hat avakirin. Di vê çarçoveyê de bi koma çavdêrîyê ya ku me ava kirîye, wê herî kêm mehê carekê, di demên dîyarkirî de, dibistanên ku xwendekar ji herêma erdhejê hatine sewqkirin, wê bên zîyaretkirin û bi hevkarî pirsgirêkên wan wê bên çareserkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.