GÜNDEM

ŞAREDARÊ STENBOLÊ ÎMAMOGLÛ, BIRYARA XWE YA NAMZEDÎYÊ EŞKERE KIR

Serokê Şaredarîya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, derbarê hilbijartinên herêmî de biryara xwe ya namzedîyê eşkere kir.

ŞAREDARÊ STENBOLÊ ÎMAMOGLÛ, BIRYARA XWE YA NAMZEDÎYÊ EŞKERE KIR

Serokê Şaredarîya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, derbarê hilbijartinên herêmî de biryara xwe ya namzedîyê eşkere kir.

Îmamoglû yê ku yek ji navên grîng ên CHPê ye ku di van rojan de niqaşa guhertinê tê kirin, derbarê pêşbazîya lîdertîye de ku wê tevlê bibe ya na de daxuyanî da. Îmamoglû wiha got, "Hilbijartinên herêmî yên di Gulana 2024’an de bên kirin, wê bibe hilbijartina rawestandina vê bê fitûrîyê.

Çareserkirina van pirsgirêkên mezin ên Stenbolê di heman demê de qada ceribandina çareserkirina pirsgirêkên Tirkîyê ye.

Ji ber vê yekê, bi qasê ku ez fêm dikim, 'bidestxistina Stenbolê qezenckirina Tirkîyeyê ye'. Çarenûsa Stenbol û Tirkîyeyê hatîye mohrkirin. Ez jî xwe bi Stenbolê re mohrkirî dibînim. Ji bo ku di navbera partîyan de “Tifaqa Stenbolê” ava bibe, çi ji destê min bê ezê bikim. Divê em dev ji nîqaşê berdin û bi hev re tevbigerin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.