GÜNDEM

JI BO ‘ZÎNDANA DÎYARBEKÎR’ BIBE MUZE XEBATAN DEST PÊ KIR

Ji bo veguherandina Zîndana Dîyarbekîr bibe muze, xebat hatin destpêkirin. Zîndana Dîyarbekîr ya ku di dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de bi îşkenceyan tên bibîranîn, piştê biryara veguherandina muzexaneyê, ji Midûriyeta Muzeya Amedê re hat dewr kir.

Li ser vê yekê 270 girtî û 170 personelên li girtîgehê sewqê girtîgeheke din a bajêr hatin kirin. Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag deriyê girtîgehê kilît kir û mifteya wê da Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy.

Navê muzeyê wê bibe "Muzeya Bîranîn û Etnografiyê". Lijneyê ji bo hilweşandina hin avahiyên li hundur biryar da û hat dîyarkirin ku hin jî wê bêne bihêz kirin. Avahiya ku ji 5 blokan pêk tê, bi giştî qada parselê 49 hezar û 204 metrekare û qadeke girtî jî 16 hezar û 462 metrekare ye, û her wiha wê du deriyên têketinê hebin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.