NÛÇEYÊN KURDÎ

JI CEYRAN Û GAZA XWEZAYÎ RE JI 1’Ê ÎLONÊ Û ŞÛN DE ZEM HATE KIRIN

Sazîya Sererastkirina Pîyeseya Enerjîyê (EPDK) ragihand ku dê ji 1’ê Îlonê û pê ve sedî 20 zem li ceyranê hatîye kirin.

JI CEYRAN Û GAZA XWEZAYÎ RE JI 1’Ê ÎLONÊ Û ŞÛN DE ZEM HATE KIRIN

Sazîya Sererastkirina Pîyeseya Enerjîyê (EPDK) ragihand ku dê ji 1’ê Îlonê û pê ve sedî 20 zem li ceyranê hatîye kirin.

Li gor daxuyanîya EPDK’ê hat dîyarkirin ku bandora şewbê li ser aborîyên kûrewî hê jî tesîra xwe didomîne û her wiha şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê jî, serî da li ser welatên Ewropayê û hemû pîyasayên enerjîyê yên cîhanê bandorek xerab çêkir. Di daxuyanîyê de hate dîyarkirin ku di vê pêvajoya ku wek ‘qeyrana enerjîyê ya kûrewî’ dihat pênasekirin di bûhayên daringê de zêde zem hat kirin û ev yek jî tesîrek xerab li ser bûhayên dahênana enerjîya welatê me kir. Xetên Borî û Şîrketa Anonîm a Hilgirtina Neftê (BOTAŞ) dîyar kir ku di tarîfeya malê ya  gaza xwezayî de ji 1’ê îlonê û şûn de teqrîben sedî 20.4, di KOBÎ’yan de sedî 47.6, di tarîfeyên pîşesazîyê de sedî 50.8, û di tarîfeya bi armanca hilberîna ceyranê de sedî 49.5 zem hate kirin. Bi van daneyan hate destnîşankirin ku di 6 mehên dawîn de totalê de sedî 85 zem hate kirin. Ji bo gaza xwezayî di meha nîsanê de sedî 35, di meha hezîranê de sedî 30 zem hatibûn kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.