NÛÇEYÊN KURDÎ

JI CHP’Ê PÊŞNÎYARA MÛÇEYA HERÎ KÊM: DIVÊ BIBE 10 HEZAR Û 128 TL

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba di civîna medyayê de derbarê pêşnîyara mûçeya herî kêm ya CHPê de daxuyanî da.

JI CHP’Ê PÊŞNÎYARA MÛÇEYA HERÎ KÊM: DIVÊ BIBE 10 HEZAR Û 128 TL

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba di civîna medyayê de derbarê pêşnîyara mûçeya herî kêm ya CHPê de daxuyanî da.

Agbaba dîyar kir ku pêşnîyara mûçeya herî kêm a partîya wan wek 10 hezar û 128 lîre hatîye dîyar kirin û wiha got, “Divê bac ji nû ve bên werastkirin, mûçe di bin barê giran de neyên şikandin. Piştê mûçeya herî kêm divê rêjeya bacê ya yekem ji sedî 10 were daxistin.” Ağbaba di berdewama axavtina xwe de jî wiha got: “Di dema dîyarkirina mûçeya herî kêm de, ji xeynê enflasyona fermî divê rêjeyên mezinbûnê yên din jî li ber çavan bên girtin û ji mezinbûna aborîyê parek ji mûçeya herî kêm re bê dayîn. Divê mûçeya teqawidîyê ya herî nizm dakeve asta mûçeya herî kêm."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.