NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ EKÎBAN JI BO WELATÎYÊ WINDA XEBAT DAN DESTPÊKIRIN

Li Amedê ji bo Saît Kiliç ê duh êvarê piştê ji malê derket agahî jê nehat girtin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê zêde bûn.

LI AMEDÊ EKÎBAN JI BO WELATÎYÊ WINDA XEBAT DAN DESTPÊKIRIN

Xizmên Saît Kiliç ê ku duh bi şev ji bo dîtina xizmekî xwe yê li Taxa Hantepeya ya navçeya Yenîşehîrê ji mala xwe derket, ji ber ku careke din agahî jê nehat girtin, gilîyê windabûnê kirin.

 

Ji bo dîtina Kiliç ekîbeke ji 36 kesan pêk tê ku ji cendirme, AFAD, Lêgerîn û Rizgarkirina Zanîngeha Dîcleyê (DÛAK) û Komeleya Alîkarîya Lêkolîn û Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Perwerdehîyê (ANDA) pêk tê, sewqê herêmê kirin.

Ekîban bi 4 wesayîtên lêgerîn û xilaskirinê, 2 keştîyên zodiac û bi 2 dron li herêma ku çemê Dîcle derbas dibe xebatên lêgerînê dimeşînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.