NÛÇEYÊN KURDÎ

JI COTKARÊN AMEDÊ RE BANGA “ENDAMTÎYA XWE NÛJEN BIKE”

Serokatîya Odeya Çandinîyê ya Yenîşehîra Amedê daxuyanîyek da û dîyar kir ku cotkar ji bo ku pirîmên piştgirîyê werbigirin divê endamtîya xwe nûjen bikin.

Serlêdanên Pergala Qeydkirina Cotkaran (ÇKS) ya sala hilberîna 2024'an dewam dikin. Odeya Çandinîyê ya Yenîşehîra Amedê bi bîr xist ku dema dawîya serlêdanê 2yê Çileya 2024an e.

Di daxuyanîya Odeya Çandinîyê ya Yenîşehîrê de wiha hat gotin; “Cotkarên me yên hêja; Ji bo ku hûn piştgirîyê bistînin, divê endamtîya we ya Odeya Çandinîyê AKTÎV be.

Ger cotkar serî li odeya ku girêdayê wê ye nede û dîyar neke ku ew cotkarîyê didomîne û agahîyên xwe nû neke, wê PASÎV bibe. Yên ku bikevin pozîsyona PASÎVE wê piştgirîyê negirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.