NÛÇEYÊN KURDÎ

JI ÎDÎAYA KOTA HATÎYE RANDEVÛYÊN NEXWEŞXANÊ WEZÎRÎ BERSIV DA

Wezîrîya Tendirustîyê derbarê îdîaya ji bo randevûyên nexweşxaneyan kota tê danîn daxuyanî da.

JI ÎDÎAYA KOTA HATÎYE RANDEVÛYÊN NEXWEŞXANÊ WEZÎRÎ BERSIV DA

Wezîrîya Tendirustîyê derbarê îdîaya ji bo randevûyên nexweşxaneyan kota tê danîn daxuyanî da.

Di daxuyanîya Wezîrîyê de hat dîyarkirin ku ji bo randevûyên nexweşxaneyan tu kota nehatîye danîn û daxuyanî wiha dewam kir: “Li gor rêzikên heyî li ser MHRS’ê her welatîyek karin 3 randevû bigrin. Kontrola mûayeneyê tevê van 3 randevûyan nîn e. Her kesek kare randevûyên nû bigre. Her wiha ji bo plansazîya randevûyê ji bo 15 rojan tên amadekirin, mehane nayê amadekirin.” Her wiha hat destnîşankirin ku piştê daxuyanîya wezîrîyê welatî bertek nîşan dan û daxwaza vê yekê ji Wezîrê Tendirustîyê Fahrettîn Koca kirin: “Bila Wezîr Fahrettîn Koca têkeve MHRS’ê û ji bo nexweşxanê randevu bigre û bila bibîne ka kota heye an na?” Welatî her wiha ji derengdayîna randevûyan gazincên xwe kirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.