NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HEWLÊRÊ TEQÎN ÇÊBÛ! KESEKÎ JÎYANA XWE JI DEST DA!

Îro danê nîvro li Hewlêra paytexta Kurdistana Federe, di siwareyek de teqînekê rû da.

LI HEWLÊRÊ TEQÎN ÇÊBÛ! KESEKÎ JÎYANA XWE JI DEST DA!

Walîyê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand ku siwareyek li ser kolanê Serbestî ya bajêr teqîya. Di daxuyanîya tîmên ewlehîyê de hat dîyarkirin ku ajokarê siwareyê jîyana xwe ji dest da û jin û zarokan jî di nav de 4 kes birîndar bûn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de nasnameya kesên ku jîyana xwe ji dest da nehat eşkerekirin û hat dîyarkirin ku derbarê teqînê de lêpirsîn berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.