GÜNDEM

JI DÎSKÎ HIŞYARÎ! SAETA XWE YA AVÊ JI QEŞAYÊ BIPARÊZIN

Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê, ji ber germahîya hewayê daket û qeşa çêdibe, hemwelatî li dijî qeşagirtina testîsat û saetên avê hişyarî da.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tûtşî, bang li aboneyan kir ku divê ji ber di mehên zivistanê de germahîya hewayê ji nişka ve dadikeve rê li ber qeşagirtinê ya saetên avê bigrin. Tûtşî wiha got, “Ji ber îhtîmala qeşayê divê saetên avê werin parastin. Hin aboneyan bi mudaxeleya ava germ û agir, hewl didin saetên avê û borîyên avê vekin. Ev rêbaz xelete û ji saetên avê re dibe sedema xisar û zîyanê. Ji bo vê yekê hûn dikarin bi hejmarên aboneyên xwe, ji Navenda Banga 153yan alîkarîyê bixwazin. Aboneyên me dikarin xwe bigihînin me û daxwaza piştgirîya teknîkî bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.