GÜNDEM

JI EMÎNE ŞENYAŞAR BANGEWAZÎ! LI DADGEHÊ ME BI TENÊ NEHÊLIN

"Nobeda Edaletê" ya ku di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edlîyeya Rihayê ji alîyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar dabû destpêkirin berdewam dike

JI EMÎNE ŞENYAŞAR BANGEWAZÎ! LI DADGEHÊ ME BI TENÊ NEHÊLIN

"Nobeda Edaletê" ya ku di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edlîyeya Rihayê ji alîyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar dabû destpêkirin berdewam dike.

Yekemîn rûniştina doza ku derbarê dosyaya "Nexweşxaneyê" de hatibû destpêkirin wê sibê (17ê Çile) li Meletîyê bê lidarxistin. Di doza ku 19 bersûcên ku ji qetilkirina Hacî Esvet Şenyaşar û Adil Şenyaşar û ji ber birîndarkirina Ferît Şenyaşar û Mehmet Şenyaşar tên cezakirin, tê texmînkirin ku dosya bi dosyaya bûyera li "cihê kar" re bibe yek. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ku 679 roj in li ber Edlîyeya Rihayê têkoşîna edaletê didomînin, ji bo rûniştina li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletîyê bê dîtin, banga beşdarbûnê kirin. Şenyaşar da zanîn ku kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Şenyaşar bang li her kesî kir ku xwedî li dozê derkevin û got, "Heta niha hemû jinan xwedî li me derketin. Bila li dadgehê jî xwedî li me derkevin. Bi beşdarîya we di be ku dadgeh li hêla edaletê gav bavêje. Hêvîya me hûn in, me bi tenê nehêlin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.