NÛÇEYÊN KURDÎ

JI EREBÎSTANA SIÛDÎ HIŞYARÎ! BI LEZGÎN JI WELATÊ LUBNANÊ DERKEVIN

Sefaretxaneya Erebistana Siûdî ya li Beyrûtê, ji welatîyên xwe xwest ku tavilê ji axa Libnanê derkevin.

JI EREBÎSTANA SIÛDÎ HIŞYARÎ! BI LEZGÎN JI WELATÊ LUBNANÊ DERKEVIN

Sefaretxaneya Erebistana Siûdî ya li Beyrûtê, ji welatîyên xwe xwest ku tavilê ji axa Libnanê derkevin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, di daxuyanîya nivîskî ya Sefaretxaneyê de, hemwelatîyên Erebistana Siûdî ji bo li herêmên ku pevçûnên çekdarî diqewimin jê dûr bikevin, hatin hişyarkirin û hat xwestin ku tavilê ji axa Libnanê derkevin.

Di pevçûnên di navbera komên Filistînî ku Tevgera Fetih jî di nav de ye, ji 29ê Tîrmehê vir ve li Eyn el-Helvaya ku kampa penaberên filistînî ya herî mezin a li Lubnanê ye, 12 kes mirin û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûn.

Bi navbeynkarîya alîyên Lubnanî di 31ê Tîrmehê de hatibû ragihandin ku di navbera komên filistînî yên li kampê de agirbest hat ragihandin. Digel vê yekê jî dem bi dem di navbera alîyan de pevçûn didomin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.