NÛÇEYÊN KURDÎ

JI FEDERASYONA SERFKARAN LI DIJÎ ZÊDEBÛNA BACÊ ÇALAKÎ!

Federasyona Yekîtîya Serfkaran, da zanîn ku ew ê li dijî zêdekirina bacê çalakîyên curbecur plan bikin.

JI FEDERASYONA SERFKARAN LI DIJÎ ZÊDEBÛNA BACÊ ÇALAKÎ!

Federasyona Yekîtîya Serfkaran, da zanîn ku ew ê li dijî zêdekirina bacê çalakîyên curbecur plan bikin. 

Piştê hilbijartinê ji baca berdêlan, ji sabûnê bigire heya telefonan, ji maşînan bigire heya penêr gelek berhem hatin zêdekirin.

Li gor nûçeya Alî Can Polat ê ji rojnameya Cumhurîyetê, Serokê Federasyona Yekitîya Serfkaran Mehmet Bulent Denîz, dîyar kir ku ew ê li dijî zem û bihabûnan bikevin nava liv û tevgerê û wiha got:  “Me berîya hilbijartinê zanî bû ku wê zem bên kirin. Lê me heta payîzê texmîn dikir.

Zû dest pê kir.  Ger wiha berdewam bike dê enflasyona xwarinê ya vê mehê bibe ji sedî 5-6 û ya îsal jî wê bibe ji sedî 100.  Di vê mijarê de di serî de kampanyaya îmzeyan, em gelek çalakîyên curbecur plan dikin.

Divê baca li ser tiştên bingehîn ên serfkaran ên gel bê kêmkirin. Her wiha ji ber ku ev pêkanînek neqanûnî ye, ji bo du caran girtina baca siwareyan jî em dozê vedikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.