NÛÇEYÊN KURDÎ

JI GARO PAYLAN BANG JI BO PARASTINA SÎNAGOGA ÇÊRMÛKÊ

Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan ê Amedê (HDP) Garo Paylan ji bo parastina sinagoga li navçeya Çêrmûkê ya Amedê bang li rayedaran kir.

JI GARO PAYLAN BANG JI BO PARASTINA SÎNAGOGA ÇÊRMÛKÊ

Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan ê Amedê (HDP) Garo Paylan ji bo parastina sinagoga li navçeya Çêrmûkê ya Amedê bang li rayedaran kir.

Paylan li Havrayê ku di metirsîya hilweşandinê de ye lêkolîn kir û got ku Havra di sedsala 15’emîn de bi kevirên kalker û bazaltê hatîye lêkirin û heta salên 1960’î ji alîyê Cihûyên Çêrmûkî ve hatîye bikaranîn. Paylan banga xwe wiha domand: “Li vê Havrayê Cihû bi salan îbadetên xwe kirin. Niha ev der li ber hilweşandinê de ye. Ev der bi hin piştgirîyan li ser pîyan e. Sînagoga ku niha wek cihê dûayê li ser pîyan e di sala 2002’yan de ji alîyê Miduriyeta Lijneya Parastinê ya Nirxên Xweza û Çandê ya Amedê wek ‘nirxa çandê’ hat tescîlkirin. Lê digel ku ji ser tescîlê 20 sal borî ji parastina vir tiştek nehat kirin. Paylan ji bo parastina sînagogê bangî Wezîrê Geştûguzarî û Çandî Mehmet Nûrî Ersoy kir û wiha got: “Ev sînagog mîrateya dawîn a cihûyên Anatolyayê ye. Digel ku Havra di bin parastinê de ye lê dike ku hilweşe. Sînagoga dawîn a cihûyan a li Anatolyayê bigrin bin parastinê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.