NÛÇEYÊN KURDÎ

JI HEVSEROKÊN GIŞTÎ YÊN HEDÊ PEYAMA SERSAXÎYÊ

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, derbarê qezaya ku wesayîta partiya wan a ku wekîl û endamên HDP'ê tê de bûn û texsiyek rêwiyan li hev qelibîn û di encama qezayê de şofêrê texsiyê jiyana xwe ji dest da de peyamek weşandin. Buldan û Sancar ji malbata şofêrê texsiyê re sersaxî xwestin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wesayiteke partiya me ya ku parlamenter û endamên me tê de bûn û texsiye rêwiya li hev qelibîn. Di encama qezaya trafîkê de şofêrê texsiyê tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Me bi êş û xemeke kûr bihîst ku şofêr jiyana xwe ji dest daye. Rêwiyên di texsiyê de bûn, wekîlên me Dersîm Dag, Omer Ocalan û Nusrettîn Maçîn û endamên partiya me birîndar bûn. Rehma Xwedê li welatiyê me yê ku jiyana xwe ji dest da be, em ji malbat û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin. Em ji hevalên xwe re bi taybetî ji hevwelatiyê xwe yê ku di qezayê de birîndar bûne re jî şîfayê dixwazin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.