GÜNDEM

JI KARKERÊN TENDURISTÎYÊ ÇALAKÎYA RAWESTANDINA KAR

Serokê Sendîkaya Tenduristîya Giştî (Saglik-Îş) Dr. Derya Ûgûr da zanîn ku li dijî ji sedî 30 zam a ku ji alîyê hikûmetê ve li mûçeyê hatîye ragihandin, xebatkarên tenduristîyê wê di 12'ê Çile de rojekê kar rawestînin.

Li gor nûçeya Sözcüyê, Derya Ugur dîyar kir ku bi hezaran xebatkarên tenduristîyê mûçeya ku li gor keda wan e nayê dayîn û destnîşan kir ku ji bo zêdekirina mûçeyan TUÎK a ku daneyên ne rast radighîne esas tê girtin. Ûgûr got, “Di navbera daneyên enflasyona ku ji alîyê TUÎK’ê ve tên ragihandin û enflasyonên rastîn de cudahîyên zelal hene. Li hemberê enflasyona ku her tim diguhere, bi zêdebûna sembolîk a ji sedî 30, xebatkarên tenduristîyê tên îstîsmarkirin. Di daxuyanîyê de Ûgûr wiha destnîşan kir, “Xebat û xizmeta nexweşên lezgîn, nexweşên dîyalîzê, jinên ducanî, nexweşên pençeşêrê û nexweşên lênihêrîna giran nayê rawestandin. Ji bo nexweşên din jî wê bi nobedarî xizmet berdewam be. Wê li seranserê welêt rojekê çalakîya rawestandina kar bê kirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.