NÛÇEYÊN KURDÎ

JI KESÊN KU BI TEQEMENÎ HATIN ZEFTKIRIN 4 KES HATIN GIRTIN

Ji 5 kesên ku bi teqemenîye bi destan hatîye çêkirin ve hatibûn zeftkirin, 4 jê hatin girtin.

JI KESÊN KU BI TEQEMENÎ HATIN ZEFTKIRIN 4 KES HATIN GIRTIN

Ji gumanbarên ku li Amedê bi teqemenîyên ku bi destan hatine çêkirin di nav poşetek de hatibûn zeftkirin, 4 kes hatin girtin.

 

5 kesên ku di êvara 26ê Berfanbarê de ji alîyê ekîbên girêdayê Midûrîyeta Emnîyetê ya Navçeyê ve li Kolana 143. a Taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê hatin rawestandin, dema polêsan dîtin bi kelecan bûn û poşeta di destên xwe de avêtin derdorê.

 

Di kontrola polêsan de hat dîtin ku di nav poşetê de 4 teqemenîyên bi hêz ên bi destan hatîye çêkirin ku ji bo teqandinê amadeye û 4 fîşek hatin bidestxistin.

 

5 kesên ku derbarê bûyerê de hatibûn binçavkirin piştê karên li midûrîyeta polêsan sewqê edlîyeyê hatin kirin. Ji gumanbaran 4 kes hatin girtin û şandin girtîgehê, kesek jî serbest hat berdan.

 

Lêkolîna bûyerê berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.