NÛÇEYÊN KURDÎ

JI PLATFORMA TENDURISTÎYÊ YA AMEDÊ BANGÊ JI BO MÎTÎNGA 29'Ê GULANÊ

Platforma Tenduristîyê ya Amedê, ji bo "Civîna Spî" ya ku ji alîyê sazîyên tenduristîyê ve li Enqereyê bê lidarxistin, li Odeya Tabîban a Amedê civînek li dar xist.

JI PLATFORMA TENDURISTÎYÊ YA AMEDÊ BANGÊ JI BO MÎTÎNGA 29'Ê GULANÊ

Platforma Tenduristîyê ya Amedê, ji bo "Civîna Spî" ya ku ji alîyê sazîyên tenduristîyê ve li Enqereyê bê lidarxistin, li Odeya Tabîban a Amedê civînek li dar xist. Daxuyanîyê Sekretera Giştî ya Odeya Tabîban Çagla Îzce da. Di daxuyaniyê de hat dîyarkirin ku ji ber polîtîkayên desthilatdarîya siyasî, pergala tenduristîyê ketiye nava metirsîyê. İzce, di axaftina xwe de wiha got; “Newekhevîya di tenduristîyê de hatiye asteke wisa ku hemû civak dibêje 'êdî bes e'. Lê mixabin hikûmetê me şaş nekir. Ji van sozên ku jixwe têra me nedikir, ti yek bi cih neanîye. Di warê mafên me yên şexsî de tu pêşketin çênebûye û ji bo tundîya tenduristîyê ji holê rabe tu tedbîr nehatine girtin. Polîtîkayên ku pêşî li tenduristîya gel digirin nehatine meşandin.” Îzce, dîyarkir ku heta mafên xwe bi dest nexin wê têkoşînê mezin bikin. Di dawîya civînê de banga mîtînga 29'ê Gulanê roja Yekşemê ya li Enqereyê hat kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.