NÛÇEYÊN KURDÎ

JI QAÇAXÇÎTÎYA ÇEKAN RE OPERASYON! 1129 BINÇAVKIRIN

68 bajarên ku Amed jî di nav de, ji bo kesên çekên bê ruxset bi kar tînin û qaçaxîya çekan dikin operasyon hat lidarxistin.

JI QAÇAXÇÎTÎYA ÇEKAN RE OPERASYON! 1129 BINÇAVKIRIN

Di vê encamê de 1129 kes hatin binçavkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da dîyar kir ku di 4 rojên dawîn de li 68 bajaran li dijî kesên ku çekên bê ruxset hildigirin û qaçaxçîya çekan dikin re operasyonên bi navê "Mercek-6" hatin kirin.

Di operasyonan de; 754 demançeyên bê ruxset, 20 tifingên lûle dirêj, 49 çekê vala û 128 tivingên nêçîrê hatin bidestxistin. Her wiha hezar û 129 gumanbar hatin binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.