NÛÇEYÊN KURDÎ

JI RAPORA KOPERATÎFÊN JINAN ENCAMÊN BALKÊŞ

'Rapora Komxebata Koperatîfên Jinan a Asta Herêmê' ya ku bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO), Meclîsa Jinan a DTSO û Weqfa Perwerdehiya Zanistê ya DTSO'yê hat lidarxistin, hat eşkerekirin.

JI RAPORA KOPERATÎFÊN JINAN ENCAMÊN BALKÊŞ

'Rapora Komxebata Koperatîfên Jinan a Asta Herêmê' ya ku bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO), Meclîsa Jinan a DTSO û Weqfa Perwerdehiya Zanistê ya DTSO'yê hat lidarxistin, hat eşkerekirin.

Rapora ku ji alîyê Ofîsa Projeya DTSO ve hatîye amadekirin; Bi tevlêbûna 42 koperatîfên jinan li 14 bajarên herêmê xebatên xwe li ser pirsgirêk, hewcedarî û qadên pêşxistina koperatîfan disekine.

Seroka Meclisa DTSO'yê Nevîn Îl di raporê de bal kişand ser zêdebûna Koperatîfên Jin ên di salên dawî de û got, "Di awayê avakirina koperatîfan, xebatên wan û domdarîya wan de pirsgirêk hene. Hin koperatîf bi piştgirîya sazîyên cemawerî û şaredarîyan xebatên xwe didomînin.

Lê belê hin koperatîf di dabînkirina lêçûnên xwe yên bingehîn ên wekê meclîsa giştî û lêçûnên îdarî de jî zehmetîyan dikişînin. Dîsa dema em li qadên çalakîyê yên koperatîfên hatine avakirin dinêrin, em dibînin ku ew weke berdewamîya rola xwe ya malbatî li qadên bazirganîyê disekinin.

Koperatîfên jinan, ne berîya avakirinê piştê avakirina koperatîfe dest bi nîqaşa ku wê li ser kîjan mijar û qadan bisekinin, dikin. Di vê demê de pêwîstîya wan bi piştgirîya sazîyên herêmî heye. Lê li qadên hilberîn û xizmetê yên nûjentir koperatîfên jinan tineye.

” Cîgira Sekretera Giştî ya DTSO Meryem Ozdemîr Ok ku derbarê rapora ku ji raya giştî re hat pêşkêşkirin de agahî da û got, “Me bi 42 koperatîfên jinan ên ji 14 bajaran re li ser pirsgirêkan axivî, rêyên çareserîyê pêş xist û xwest rapora ku me amade kir bi raya giştî re parve bikin.

Ozdemîr Ok wiha berdewamkir, “Wek li Tirkîyeyê, li herêma me jî pirsgirêka herî bingehîn a koperatîfên jinan, peydakirina fînans û bazarîyê ye. Pirsgirêkên wan di peydakirina kelûpelên ji bo hilberên ku çêdikin û di firotin û kirîna hilberan de hene. Her wiha debara jinên koperatîfê pir kêm e û nikarin xebatên xwe yên koperatîfê fînanse bikin.

Ev yek girêdayîbûna koperatîfan bi sazî û piştgirîyan re zêde dike. Lê ev yek jî ji bo koperatîfên jinan, jîngeheke kar û mûçeyên guncaw ji jinan re peyda bikin pirsgirêkan derdixe.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.