NÛÇEYÊN KURDÎ

JI SAZÎYÊN KURDÎ DAXUYANÎYA HEVPAR A 21Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

Li gelek bajaran bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî hat dayîn.

JI SAZÎYÊN KURDÎ DAXUYANÎYA HEVPAR A 21Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

Li gelek bajaran bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî hat dayîn.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Amedê daxuyaniyek da. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglu diyar kir ku erdhejê xemsariya dewletê ya li hemberê jiyana mirovan derxistiye holê û wiha got, “Di heman demê de faşîzma li ser gelê Kurd, zimanê Kurdî û penaberan jî derxist holê. Gelek kesên ku di bin kavilan de ne, ji ber ku bi tirkî nizanin, ditirsin ku eger bi zimanê xwe yê zikmakî bêjin 'hawar' kes qîrîna wan nabihîze. Ev yek nîşan dide ku ev sîstem kesên ne tirk çawa mecbûrî mirinê dike. Her wiha, her çend ev erdhej li gelek bajarên kurdan pêk hat jî, xetên telefonên hawarçûnê û saziyên ku ji bo erdhejê hatine avakirin, bi tu awayî ji bo diyarkirina cihê xwe an jî ji bo îfadekirina pêdiviyên xwe kurdî bi kar neanîne. Mînaka vê ya herî berbiçav saziya bi navê CIMER e.”

Rêxistinên sivîl ên li bajarên din bi wesîleya Roja Zimanê Zikamkî ya Cîhanê daxuyanî dan û gotin, "Heta ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê, em ê têbikoşin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.