NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BISMILÊ CEYRANÊ BI CIWANEKÎ GIRT

Li navçeya Bismilê ya Amedê, bavê 4 zarokan Vedat Orak ku 30 salî bû ceyranê pê girt û jîyana xwe ji dest da.

LI BISMILÊ CEYRANÊ BI CIWANEKÎ GIRT

Li navçeya Bismilê ya Amedê, bavê 4 zarokan Vedat Orak ku 30 salî bû ceyranê pê girt û jîyana xwe ji dest da.

Li gor agahîyên ku hatin bidestxistin Vedat Orak duh saet 11.00’an de li zevîya garisan a ku li taxa Korukçuya girêdayî Bismilê de ye avdanîyê dikir ji bo sîstema avdana ya dilopan kontrol bike hilkişîya ser dîrekên ceyranê û ceyran bi wî girt. Şênîyên taxê gazî Navenda Telefonî Acîl 112’ê kir û ekîbên tendirûstîyê ji bo dermankirinê hatin taxê. Orak bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê. Vedat Orak li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da. Cenazeya Orak ji bo definkirinê radestî malbata wî kirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.