NÛÇEYÊN KURDÎ

JI SEDÎ 122 ZEM LI CEZAYÊN GUMRUKÊ HAT KIRIN

Daxuyanîya Giştî ya Gumrikê ya ku ji alîyê Wezareta Bazirganîyê ve hat amadekirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

JI SEDÎ 122 ZEM LI CEZAYÊN GUMRUKÊ HAT KIRIN

Daxuyanîya Giştî ya Gumrikê ya ku ji alîyê Wezareta Bazirganîyê ve hat amadekirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Bi daxuyanîyê re hin mîqdarên ku di Qanûna Gumrikê û rêziknameya têkildar de cih digirin ji sedî 122,93 zêde bûn. Li gor vê yekê cezayên nelirêtîyê yên ku di Qanûn û Rêziknameya Gumrikê de hatine dîyarkirin dê ji 1ê Çileya 2023yan pê ve 523 lîre be. Li alîyê din mîqdarên di Rêziknameya Gumrikê de jî hatin guhertin. Li gumrikê heqê dema zêde ji bo îxracatê 48 lîre 67 û quruş, ji bo muameleyên din 113 lîre û 67 quruş, ji bo kamyonên bi plaqeya Tirkîyeyê her kamyonek 113 lîre û 67 quruş, ji bo kirarîyên din jî 178 lîre û 66 quruş hat dîyarkirin. Her wiha sînorên diravî yên li ser gumruk, midûrîyetên herêmî yên bazirganîya derve û vegerandin an rakirina baca gumrikê ji alîyê wezaretê ve hatin zêdekirin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.