NÛÇEYÊN KURDÎ

JI TMMOB’Ê RAPORA QEZAYA DÊRIKÊ: KAŞA RÊ GÎHAŞT SEDÎ 10‘AN

Lijneya Koordînasyona Bajêr a Mêrdînê ya Yekîneya Odeyên Endazyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) derbarê qezaya trafîkê ku di 20’ê tebaxê de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, di encama du tir li hev qelibîn û 21 kesan jîyana xwe dest da, raporek amade kir.

Di raporê de hat dîyarkirin ku yek ji lastikên tiran ji ber frêna lez di erdê re gerîyaye û ev yek bi awayekî şênber tê xuyan.  Lê ajokarên tiran di beyanên xwe de ev tişt beyan nekirine. Her wiha hat dîyarkirin ku roja qezayê de xebatên rê hebûye lê ji bo agahî û hişyarîyê lewhe kêm bûne û piştê qezayê hatûçûya wesayîtan bi awayekî bêkontrol di rê de dewam kirîye. Di raporê de hat berbiçavkirin ku Midurîyeta Giştî ya Rêyan ji bo kaşên rêyên du alî bi sînora herî zêde bi rêjeya sedî 3 destûr dide lê di rêya Şemrex û Dêrikê de ev rêje qasê sedî 10 e. Kaşên bilind nexasim ji bo wesayîtên mezin û giran metirsîyek mezin e. Ji ber vê yekê divê tir û kamyon ji ser rêya Şemrex û Dêrikê re neçin. Her wiha hat destnîşankirin ku biryara bikaranîna wesayîtên mezin û giran a di hêla rêya hawirdorê de di sala 2021’an de hatibû erêkirin lê ji bo vê xebat nehat kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.