NÛÇEYÊN KURDÎ

JI WHO’YÊ JI BO VÎRÛSA MONKEYPOXÊ DAXUYANÎYA MUTASYONÊ

Pisporan, ji bo vîrûsa monkeypoxê ya ku di van demên dawî de li gelek welatên Ewropayê hat tesbîtkirin, hişyarîyê kirin.

JI WHO’YÊ JI BO VÎRÛSA MONKEYPOXÊ DAXUYANÎYA MUTASYONÊ

Pisporan, ji bo vîrûsa monkeypoxê ya ku di van demên dawî de li gelek welatên Ewropayê hat tesbîtkirin, hişyarîyê kirin.

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) di derbarê mijarê de daxuyanîyek da. WHO dîyarkir ku tu delîlên meyla mutasyonê ya vîrûsa monkeypoxê tune ne û dîyarkir ku ev vîrûsa vegirtinê ya ku li Rojava û Afrîkaya Navîn endemîk e, ne mimkûn e ku biguhere. Serokê Komeleya Tenduristîya Zayendî ya Brîtanî Dr. Claire Dewsnap, li ser mijarê nirxandinê kir. Dewsnap wiha got; "Ev nexweşî wê bandorek mezin li ser xizmeta tenduristîya zayendî bike. Dibe ku em di çend hefteyên pêş de bêtir bûyeran bibînin. Tiştê ku li vir min xemgîn dike ev e ku bûyer li seranserê Ewropayê hatine dîtin, ji ber vê yekê vê nexweşîyê jixwe dest bi belavbûnê kirîye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.