NÛÇEYÊN KURDÎ

JINA KU JI TIRSA ERDHÊJÊ XWE JI ŞANEŞÎNÊ AVÊT XWARÊ, JI CANÊ XWE BÛ

Jina ku li navçeya Erzîn a Hatayê ji xewê şîyar bû, zen kir ku erdhêj çêdibe ji şaneşînê xwe avêt xwarê û jîyana xwe ji dest da.

JINA KU JI TIRSA ERDHÊJÊ XWE JI ŞANEŞÎNÊ AVÊT XWARÊ, JI CANÊ XWE BÛ

Jina ku li navçeya Erzîn a Hatayê ji xewê şîyar bû, zen kir ku erdhêj çêdibe ji şaneşînê xwe avêt xwarê û jîyana xwe ji dest da.

Pispor dibêjin, piştê erdhejên navenda wan Meraş û Hatay bû, welatî bi tirs û xof bûne û her tim panîk dikin. Li navçeya Erzîn a Hatayê welatîya bi navê Ayşe Gulhan Çeler (38) ji ber erdhejê bi panîk û tirsê dijîya. Jina ku timî di nava tirsê de bû, şeva 14ê Adarê bi qîrîn ji xewê şîyar bû, zen kir ku erdhêj diqewim e, ji qatê 2an yê avahîyê xwe avêt xwarê. Çeler a ku rakirin nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Dayik Lutfîye Çeler, anî ziman ku keça wê ji her kesî re rêzdar bû, ti pirsgirêka wê bi malbata wê re tune bû. Dayik Lutfîye Çeler wiha got: “Tişta ku hat serê keça min, ji ber erdhêja 6ê Sibatê bû. Keça min xwe nekuştîye, ez difikirim ku di xewna xwe de dîtîye ku erdhêj çêdibe û ji tirsan bazda ye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.