NÛÇEYÊN KURDÎ

KÎEV BI DRONÊN KAMÎKAZE HAT BOMBEBARANDIN

Bajarê Kîev a paytexta Ukrayanyê îro di saetên serê sibehê de rastê êrîş û bombebarana Rûsyayê hat.

KÎEV BI DRONÊN KAMÎKAZE HAT BOMBEBARANDIN

Bajarê Kîev a paytexta Ukrayanyê îro di saetên serê sibehê de rastê êrîş û bombebarana Rûsyayê hat. Wezareta Berevaniya Ukraynayê dibêje, Rûsyayê bi dronên bombekirî êrîşî Kyivê kiriye. Şaredarê Kyivê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li taxa Şevçenskî ya paytext 2 teqînên cuda çê bûne. Ji Ofîsa Serokomariya Ukraynayê jî hat ragihandin ku bi dronên Kamîkaze êrîşî Kyivê hatiye kirin. Derbarê mir û birîndaran de agahî nehat parvekirin. Her wiha ji ber êrîşê li bajarê di avahiyekê de xisar pêk hat. Hêzên Rûsyayê di 10ê Cotmehê de jî êrîş li ser Kîevê rast kiribûn.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.