GÜNDEM

KABÎNE ÎRO DICIVE: PAKÊTA WERASTKIRINA DEYNAN DI ROJEVÊ DE YE

Kabîne îro piştê nîvro demjimêr 15:00an de bi serokatîya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan dicive

KABÎNE ÎRO DICIVE: PAKÊTA WERASTKIRINA DEYNAN DI ROJEVÊ DE YE

Kabîne îro piştê nîvro demjimêr 15:00an de bi serokatîya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan dicive.

Di rojeva kabîneyê de efûkirina deynên bac û sîgorta yê welatîyan û guhertina destûrê heye. Li gor yasaya ku bê derxistin, wê ligel faîza deynê bac û bîmeyê, cezayên edlî û îdarî û wê hinek deynên şîrketan jî bên efûkirin. Her wiha wê deynên welatîyan ên şaredarîyan û deynên bûrsan ên xwendekaran jî di çarçoveya yasayê de ji nû ve bên nirxandin û cezayên trafîkê jî bên efûkirin. Li alîyekî din guhertina xala destûrê ya derbarê hîcabê de jî dê di civîna kabîneyê de bê nirxandin û di rojeva civînê de helwesta ku di pêvajoya endamtîya Swêdê ya NATO'yê de piştî şewitandina Qur'ana Pîroz a li Stockholmê bê şopandin, heye. Erdogan wê piştî civîna kabîneyê civîneke çapemenîyê li dar bixe û biryarên kabîneyê ji raya giştî ragihîne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.