NÛÇEYÊN KURDÎ

KABÎNEYA SEROKOMARÎYÊ WÊ ÎRO BICIVIN! ROJEV NATO Û ABORÎ YE

Kabîneya Serokomarîyê wê îro bi serokatîya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li Beştepeyê bicive.

KABÎNEYA SEROKOMARÎYÊ WÊ ÎRO BICIVIN! ROJEV NATO Û ABORÎ YE

Kabîneya Serokomarîyê wê îro bi serokatîya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li Beştepeyê bicive.

Di civîna li Beştepeyê de, wê geşedanên navxweyî û derve bên nirxandin. Serlêdana Swêd û Fînlandîyayê ya ji bo endamtîya NATO’yê jî, wê wekî rojeva pêşîn were nirxandin. Di civîna lîjneya wezîran de, wê tedbîrên ku hikûmetê li hember bihabûna zêde digirin jî bê nirxandin. Di têkoşîna li dijî enflasyonê de, gavên ku wê di dema pêş de bên avêtin wê bên nîqaşkirin. Tê bendêkirin ku Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca, di derbarê vîrûsa monkeypox ya ku di van demên dawî de li gelek deverên cîhanê tê dîtin, endamên kabîneyê agahdar bike. Serokomar Erdogan, piştê civîna lîjneya wezîran, wê bi axaftina xwe ya ji bo gel ra biryarên ku hatine girtin eşkere bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.