NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSÎG: DI 5 MEHAN DE 603 MÊR Û 43 JINÊN KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAN

Meclîsa Tendurîstî û Ewlehîya Karkeran (ÎSÎG) rapora 5 mehên ya kuştinên kar ên sala 2022’an eşkere kir.

ÎSÎG: DI 5 MEHAN DE 603 MÊR Û 43 JINÊN KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAN

Meclîsa Tendurîstî û Ewlehîya Karkeran (ÎSÎG) rapora 5 mehên ya kuştinên kar ên sala 2022’an eşkere kir.

Li gor raporê, di 5 mehên ewil de 646 karkeran, di kuştinên kar de jîyana xwe ji dest dane. Di vê hejmarê de hejmara karkerên jin weke 43 hate dîyarkirin. Di pênc mehên ewil ên sala 2022’an de, kuştinên karî li gor sedemên wan wisa hatin belavkirin; 125 karker ji ber perçiqandinê, 124 ji ber qezaya trafîkê, 88 ji bilindahîyê ketin, 81 ji ber krîza dil û xwînrijiya mejî, 41 karker ji ber Covîd-19’ê, 35 ji ber xwe kuştinê, 32 ji ber jehrîbûn û xeniqînê, 28 ji ber tundîyê, 26 ji ber şoqa elektrîkê, 24 ji ber teqîn û şewitînê, 11 ji ber birînê, 4 karker ji ber qutbûnê, 27 karkeran jî ji ber sedemên din jîyana xwe ji dest dane. Li gor raporê di 5 mehên ewil ên sala 2022’an de 38 karkerên penaber jîyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hat dîyarkirin ku bajarê ku herî zêde kuştinên kar lê hatîye kirin Stenbol e ku 96 kes jîyana xwe ji dest dane. Kocaelî bi 27 mirina karkeran di rêza duyemîn, Antalya û Mugla jî bi 24 mirinan di rêza sêyemîn de ne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.