NÛÇEYÊN KURDÎ

KAHRAMAN: DI SÛRAN DE EWLEHÎYA CAN Û MAL DI METIRSÎYÊ DE YE

Hat dîyarkirin ku Sûrên Amedê yên dîrokî yên ku di erdhêjê da xisar dîtîye ji bo kesên ku diçin derdora Sûran ewlehîya jîyanê dixe xetereyê û divê demildest tedbîr bên girtin.

Hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman derbarê xisarên Sûrên Amedê yên ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO'yê de cîh digirin de daxuyanîyek da û dîyar kir ku Sûr ne tenê ji ber erdhêjê bi destê mirovan jî xera bûne.

Kahraman bal kişand ser metirsîya xisara Sûran û wiha got: “Tiştê herî girîng a ku divê li vir were balkişandin ew e ku herêm niha ji gera gel re vekirî ye.

Ji ber vê yekê mirov dikare bikeve nava bircan û derkeve. Kevirên li ser dîwarên Sûran her kêlîyê dibe ku bikevin, mirov di binê wan re dimeşin. Ji ber vê yekê divê di vî warê de tedbîr bên girtin. Her wiha rewşek heye ku metirsîyê li ser ewlehîya can û mal çêdike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.